Şahidê doza Tahir Elçî: Dozger ez xapandim

15-07-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sêyemîn rûniştina Doza Tahîr Elçî li 10emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Daxwaza baroyên Êlih, Bedlîs, Agirî, Mêrdîn, Wan, Mûş û Komeleya Rojeva Mafên Mirov bo beşdarbûna dozê ji aliyê dadgerê dozê ve hat redkirin. Dozê bi îfadeya şahidên bûyerê û axaftinên parêzeran dewam kir.

Polîsên ku di dozê de ne girtî têne darizandin bi rêya sîstema SEGBÎSê beşdar bûn. Polîs S.T. ji Meletiyê, polîs F.T. ji Xarpêtê û polîs M.S. jî ji Hatayê beşdarî dozê bûn.

Di dozê de dengên şahidên navê wan diyar û şahidên navê wan veşartîne hat guhertin, dîmenên wan hatin şêlûkirin û bi rêya SEGBÎSê îfadeya wan hat wergirtin.

Ji şahidên navê wî diyar Denîz Ataş ê ji dozeke din girtiye got: “Ez dixwazim li salona dadgehê amade bim. Ez dixwazim her tiştî li wir bibêjim. Dozger got ‘Têkildarî kuştina Tahîr Elçî de îfadê bide, ez ê te berdim’. Min bawer kir. Xefik li ber min danîn. Min xapandin. Xwendin û nivîsandina min tine ye, çi danîn pêşiya min, min îmze kir. Ez we nabihîzim. Ez dixwazim li salona dadgehê amade bim. Ez naxwazim li ser SEGBÎSê îfadeye xwe bidim. Ji ber ku guhên min nabihîzin, ez ji we fêm nakim. Êşkence li me kirin. Dozger jî hat. Ji min re gotin tu yê kuştina Tahîr Elçî bikî stûyê Ûgûr û Mehsûm. Naxwê em ê te bikujin. Min vîdeo negirt. Ji ber ez tirsiyam min îfade qebûl kir.”

Parêzer Mehsunî Karaman, ji şahid Ekrem Ozgun pirsa gotinên wî yên “Tahîr Elçî bi guleya Mehsûm Gurkanê PKKyî hat kuştin” ku ev îfade paşê ji aliyê Ozgun ve hatibû redkirin, kir. Ozgun got, “Min îfadeyeke bi vî awayî neda, ez van gotinan qebûl nakim.”

Piştî axaftina parêzer û şahidan dadgehê ji bo kêmasiyên di dosyeyê de têkildarî dimenên kamerayê yên hatine jêbirin û kêmasiyên din werin temamkirin doz bo 12ê Çileya 2022an hat paşxistin.

Tahir Elçî, roja 27ê Mijdara 2015an di dema civîneke çapemeniyê de ku weke nerazîbûn li hember zirardîtina avahiyên dîrokî di pevçûnan de saz kiribû, li ber Minareya Çar Ling a Sûra Amedê, teqe lê hat kirin û di cih de canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst