Sûriyê roja hilbijartinên parlamentoyê diyar kir

15-07-2020
RÛDAW
Beşar Esed, Serokê Sûriyê (Wêne: AFP)
Beşar Esed, Serokê Sûriyê (Wêne: AFP)
Nîşan Sûriye Hilbijartin Beşar Esed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di rewşeke aloz û krîzeke demdirêj de, herwiha ligel berdewamiya şerê navxweyî û koçberbûn û penaberbûna bi milyonan welatiyên Sûriyê, û di nav wêranî û bêserûberiyeke mezin de, hikûmeta wî welatî dema encamdana hilbijartinên parlementoyê diyar kiriye.

Biryar bû hilbijartinên parlementoya Sûriyê, ku bi Encûmena Gel tê binavkirin, roja 13ê Nîsana 2020 bihatiba lidarxistin, lê ji bo 20ê Gulana îsal hatibû paşxistin, ku di wê rojê de jî nehat sazkirin.

Hikûmeta Sûriyê ragihandiye, bi sedema rêkarên xweparastinê ji vîrusa koronayê, ew hilbijartin hatine derengxistin û roja 19 vê mehê (Tîrmehê) bo hilbijartinan hatiye destnîşankirin.

Ev hilbijartin ên xûla sêyemîn a yasadanînê ne.

Li Sûriyê 15 bazinên hilbijartinan hene ku li ser 14 parêzgehan têne dabeşkirin û li gorî rêjeya nişteciyan, hejmara her parêzgehekê hatiye destnîşankirin. Lê her yek ji bajarê Helebê û gundewarê wê jî bazinek e.

Hilbijartin dê li 7 hezar û 313 navendan li ser asta wan hemû bazneyan bêne encamdan.

8 hezar û 735 kesî daxwaznameyên xwekandîdkirinê pêşkêş kirin. Piştre bi hezaran jê vekişiyan, êdî hejmar dakete 2 hezar û 100 kandîdî, li gorî ragihandina Komîteya Bilind a Dadgehê ya Hilbijartinên Sûriyê.

Lîsteya bi navê (Bereya Niştimanî) bi serkêşiya Partiya Beis a desthilatdar, 166 kandîd ji Partiya Beis û 17 kandîd ji partiyên hevpeymanên wê di wê bereyê de, li xwe digire, ango ji tevaya 250 parlemanterî, wê 187 palemanter ji pişka Beis û hevpeymanên wê bin û 63 endamên din wê serbixwe bin.

Hilbijartinên parêzgeha Idlibê, ku beşekî mezin jê di destê grûpên çekdar ên opozsiyonê de ye, herwiha parêzgeha Reqayê, ku di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê de ye, û li jêr sîbera Rêveberiya Xweser e, wê li parêzgeha Hemayê bêne encamdan.

Parêzgeha Heseke jî, ku ew jî, ji bilî çargoşeyên ewlehî yên herdu bajarên Hesekê û Qamişlo, li jêr sîbera Rêveberiya Xweser in, hilbijartin tenê wê li wan çargoşeyên ewlehî bêne encamdan.

25 kandîdên Kurd, li ser asta Sûriyê beşdar dibin, ji wan li Qamişlo, Heleb û Şamê hene.

Ji sala 2011an ve, mûçeyê mehane yê endamê Parlementoya Sûriyê, bi 41 hezar û 600 lîreyên Sûrî, ango nêzîkî 925 dolarî e, li gorî bihayê pereyên wî welatî, di wê demê de, ku 1 dolar bi 45 lîreyên Sûrî bû. Lê li kêleka mûçe, hinek bexşîn û qerebûkirin digihêjin parlementeran, li ser her gerekê ku tê lidarxistin.

Mûçeyê serokê Parlementoyê jî, bi 82 hezar û 500 lîreyên Sûrî, ango nêzîkî 1 hezar û 834 dolaran e, li gorî bihayê pereyan di wê demê de.

Lê derbarê pêşhateyên nû li ser guherîna mûçeyên parlementeran ti biryar û zanyariyên nû nehatine ragihandin.

Li gorî destûra Sûriyê, hilbijartinên Parlementoyê, her 4 salan carekê têne encamdan.

Parlemana Sûriyê, ku bi (Encûmena Gel) tê binavkirin, sala 1971ê, hate damezrandin.

Ji desthilatên Parlementoyê, çavdêriya desthilata cîbicîkar, serastkirina destûrê, pejirandina rêkeftinên derekî, dana baweriyê bi hikûmetê, herwiha serokomar jî, li pêş parlementoyê sûnd dixwe.

Sala 1990î, 9 kes ji kurdên ser bi Tevgera Siyasî ya Kurdî ve, ku 3 ji Cizîrê û 6 ji gundewarên Helebê bûn, gihiştin parlementoya Sûriyê û bûne endamê parlamentoyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst