Li Amedê korona bû sedem ku biharata sexte bikeve bazarê

15-07-2020
RÛDAW
Piştî koronayê daxwaza kirîna biharatan zêde bûye
Piştî koronayê daxwaza kirîna biharatan zêde bûye
Nîşan Biharat Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê piştî belavbûna vîrusa koronayê, daxwaza li ser bikaranîna wan biharatan zêde bûye ku berevaniya laş bihêz dikin. Ji ber zêdebûna daxwazê bihayê biheratê jî li bazaran bilind bûye û hinek berhemhêner vê yekê wek derfet bikar tînin û sextekariyê di amadekirina berhemên xwe de dikin.

Biharatfiroşên Amedê dibêjin, sextekariya di biharatê de karekî asan e û kî çawa bixwaze dikare destkariyê bike.

Derbarê mijarê de Pispora Xwerakê li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê Pinar Suleymanoglu dibêje: “Piştî daxwaza li ser biheratê zêde bû, biha bi awayekî balkêş bilind bûne. Li wan cihan jî ku biha erzan in, sextekarî di berheman de hatiye kirin. Wek mînak di berhemanîna simaqê de pelên hişk tevlî simaqê hatine kirin, ardê nokan tevlî zencefîla hêrtî hatiye kirin. Boyaxa xwerakê ya zêdetir hatiye bikaranîn daku bala kiryar bikşîne û sextekarî hatiye kirin. Hinek corên biheratê toza hesin tevlî kirine. Ev hemû zerareke zêde dighînin laşê mirov, ji ber laşê mirov jehrî dikin û metirsiya nexweşiya şêrpenceyê zêde dike.”

Biharatfiroşên Amedê diyar dikin ku, sextekariya di biheratê de karekî asan e û kî çawa bixwaze dikare destkariyê bike, lewra şîretan li xelkê dikin ku biherata xwe bi dendik bikirin, bi xwe li malê bihêrin û ji wan cihan jî biheratê bikirin ku cihê baweriyê ne.

Biharatfiroş Seyaf Onur jî got: “Di biheratên hawirdekirî de zehmet e, lê piştî ketin nav bazarên navxwe, kî çawa bixwaze dikare destkarî bike. Dikare sextekariyê bike û bi hemû awayekî destkariyê bike. Kesek ji xwedê netirse dikare hemû tiştekî bike. Pîşeyekî wiha ye, di biherata hêrtî de pirsgirêk çêdibe, lê di ya nehêrtî de ev kêşe dernakevin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herçiqas bi awayekî berdewam pişkinîn bo wan kel û pel û berheman tê kirin dema dikevin bazarê û li marketan tên firotin, lê sextekariya ji bo bidestxistina qezencê bi tevahî nehatiye jinavbirin. Dîtina toza hesin di nav hinek ji wan biheratên de welatiyên bajarê Amedê nîgeran kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst