Parîs û Hewlêr rêkeftina hemahengiyê îmze dikin

15-07-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Fransa Hewlêr Parîs Rêkeftina hemahengiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêkeftina hemahengiyê di navbera Hewlêr û Parîsê de tê îmzekirin.

 

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransa, ragihand ku rêkeftina hemahengî û bihevrekarkirinê di navbera Hewlêr û Parîsê de tê îmzekirin.

 

Elî Dolemerî ji Rûdawê re ragihand ku îro Dûşemî rêkeftina hemahengî û bihevrekarkirinê ya navbera Parîs û Hewlêrê ji aliyê Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî û Seroka Şaredariya Parîsê Ann Hîdalgo ve tê îmzekirin.

 

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransa behsa wê yekê jî kir ku rêkeftin çend waran li xwe digre û herdû bajar dikarin di warên kultûrî, çûnûhatin, birêvebirin, geştyarî, şûnwar û çend warên din de alîkariya hev bikin.

 

Beriya niha jî Seroka Şaredariya Parîsê Ann Hîdalgo ragihandibû ku ew dê roja 15ê Tîrmehê rêkeftineke hemahengiyê di navbera Hewlêr û Parîsê de îmze bikin û bi riya wê rêkeftinê girîngiyeke zêdetir didin peywendiyên navbera Parîs û Hewlêrê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst