Cotkarên Amedê daxwaz dikin zebeşên wan bo Başûrê Kurdistanê bêne hinardekirin

15-07-2019
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Salane 50 hezar ton zebeş li Amedê tê berhemanîn.
Salane 50 hezar ton zebeş li Amedê tê berhemanîn.
Nîşan Amed Zebeşên Amedê Cotkar Kurd Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Piştî çinîna dexlûdanan niha li bajarê Amed a Bakurê Kurdistanê werza çinîna zebeşan jî destpê kir. Salane li Amedê û navçeyên derdora wê nêzî 50 hezar ton zebeş tê berhemanîn û cotkarên Amedê daxwaz dikin, zebeşên wan bo derve û bi taybet bo bazarên Başûrê Kurdistanê bêne hinardekirin.

 

Piştî keda 3 mehan niha axa Amedê bi camêrî mizgîniya diyariya wan radestê wan dike. Li gundê Aslanoglû yê Amedê ku li ser rûberê 8 hezar donim erdên gund zebeş hatiye çandin, çinîna zebeşan destpê kir.

 

Cotkarên Amedê dibêjin ku îsal adana zebeşan li gor salên borî zêde bûne, weke tê zanîn di sala 2008 an de zebeş ji aliyê Enstîtuya Patentê ya Tirkiyeyê ve wek  sembol û remzekî erdnîgariya Amedê hatibû tomarkirin.

 

Cotkar, Orhan Haktanir dibêje: “Weke  hersal me îsal jî dest bi çinîna wê kir, Îsal weke xuya ye ku adan baş e, zebeşên me bi tam in û gir in dema zebeş were gotin Amed tê bîra herkesê.”

 

Zebeşên Amedê yên bi xuşkiya kevokan têne mezinkirin gir û şêrîn in, hersal di vê werzê de ev zebeş têne çinîn. Herçend van salên dawî tovên zebeşên biyanî jî li bajarê Amedê tê çandin; zebeşên Amedê ji ber av û hewayê deverê, hîn jî reseniya xwe wunda nekiriye.

 

Îsal ji ber barana zêde û hewayê hênikê van çend rojên dawî, cotkar bi hêvî ne û herwisa ew çaverêtiya adaneke zêde dikin. Cotkarên Amedê hersal serê donimê di nabera 8 û 10 tonan de zebeş bidest dixin.

 

Bazirganê Zebeşan, Şêxmûs Sevînç ji Rûdawê re dibêje: “Dewlet piştevaniya hemû hilberînên çandiniyê dike; lê yê zebeşê nake maliyet zêdebûne û em hewceyê alîkariyê ne.”

 

Salane li bajarê Amedê nêzî 50 hezar ton zebeş tê hilberandin. Di vê werzê de barhilgirên ku ji bajarên Agirî, Erzirom, Qers, Bedlîs û heta Behra Reş tên, dikevin nav zeviyan û van zebeşan ji bajarên xwe re vediguhêzin.

 

Ji sala 2018 an vir de li bajarê Amedê berhemanîna zebeşan her sal zêdetir dibe; lê ji bilî nav bazara navxwe, ev berhem hîn jî riyek ji xwe re nedîtiye ku were hinardekirin.

 

Cîgirê Serokê Jûra Bazirganî û PîşesaziyaAmedê, Erdal Avşar derbarê hinardekirina zebeşên Amedê de ji Rûdawê re ragihand: “Zebeş salane di navbera 20-25 milyon TL ji aboriya Amedê re palpiştî dike, ev rêjeyeke baş e; lê daxwaziya me ew e ku em zebeşên Amedê ji bo bazarên Başurê Kurdistanê hinarde bikin.”

 

Di sala 2008an de zebeşê Amedê ji aliyê Enstîtuya Patentê ya Tirkiyeyê ve wek  sembol û remzekî erdnîgariya Amedê hatibû tomarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst