Kijan hêzên çekdar li herêma Efrînê ne?

Hewlêr (Rûdaw) - Hevdem ligel operasyona Artêşa Tirkiyê bi ser Herêma Efrînê de, gelek hêzên çekdar ên opozisyona Sûrî derbasî wê herêmê bûn. Welatiyên Efrînê li ser destê wan hêzan, gelek ziyan û zehmetiyan dibînin û dixwazin ku di zûtirîn dem de ji wê herêmê derkevin.

 

Gelek nişteciyên Herêma Efrînê ji Rûdawê re behsa reftar û kiryarên wan hêzan dikin ku astengiyan ji wan re dirust dikin.

 

Hêzên çekdar ên opozisyona sûrî, li Efrînê, bicih bûne û ziyanan digihînin welatiyên sivîl û mal û milkên wan.Hejmara van hêzan bi dehan tê texmînkirin, hejmara çekdarên wan jî, bi hezaran e, ku ji bo êrîşa li ser Efrînê, bêhtir ji 20 hezar çekdarî hatibû amadekirin.

 

Piraniya wan, Hêzên Mertala Ferat û Artêşa Azad in, ku hikûmeta Tirkiyê, 30ê Gulana 2017an, navê wê kire Artêşa Niştimanî. Piraniya wan ji erebên sûrî û turkmenan pêk tên.

 

Çend komên ji wan hêzan têne naskirin ev in:

 

Firqeya Hemze

 

23yê Nîsana 2016an, ji 5 hêzan, hate damezrandin.

 

Feyleq Elşam

 

10ê Adara 2014an, ji yekîtiya 19 hêzan, hate damezrandin.

 

Firqeya Sultan Murad

 

23yê Adara 2013an, hate damezrandin. Piraniya çekdarên wê ji pêkhateya Tirkmen in.

 

Tevgera Nûredîn Elzenkî

 

Dawiya 2011an hate damezrandin.

 

Lîwaya Semerqend

 

22iyê Hezîrana 2016an hate damezrandin.

 

Elcebhe Elşamiye

 

Hejmarekê ji hêzên opozisyonê li xwe digire, weke Ceyş Elmucahidîn, hêza Festeqêm Kema Umêrt, Tevgera Nûredîn Elzenkî, Bereya El-Esale. Herwiha Bereya Îslamî, ku ji (Ehrar Elşam û Lîwaya Eltewhîd) pêk tê, li xwe digire.

 

Lîwaya Suqûr Elcebel

 

Îlona 2012an hate damezrandin.

 

Lîwaya Ehrar Elşerqiye

 

Çileya 2016an, hate damezrandin, piraniya çekdarên wê ji Dêre Zorê ne.

Lîwaya 135

 

Ser bi Feyleq Elrehman e, ku destpêka sala 2012an, hate damezrandin.

 

Lîwaya Elmuitesim

 

4ê Tebaxa 2015an hate damezrandin.

 

20ê Çileya 2018an, van hêzan bi alîkarî û piştgiriya artêşa Tirkiyê, êrîşî ser Herêma Efrînê kir.


18ê Adara 2018an, ev hêz hemû herwiha hejmareke din ji hêzên têvel, biçûk û cuda, derbasî nav Herêma Efrînê bûn.


Heta niha jî piraniya wan hêzan lê wê derê ne. Gelek zehmetî û astengiyan ji xelkê re, derdixin. Welatî jî gazinê ji hebûna wan dikin û daxwazê ji Civaka Navdewletî û hêzên mezin dikin ku di zûtirîn dem de, ev hêzên çekdar ji Herêma Efrînê derkevin.