Şampiyona Kupaya Cîhanê diyar dibe

15-07-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan FIFA 2018 Kûpa Cîhanê Rûsya Fransa Xirwatya Belçîka Îngîltere Futbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di Kûpaya Cîhanê ya Rûsya 2018ê de şampiyon îro diyar bibe. Herdu tîmên Fransa û Xirwatya dê ji bo bidestxistina kûpaya mezin rikeberiyê bikin.

 

Îro êvarî lîstika dawiyê ya Kûpaya Cîhanê ya Rûsya 2018ê di navbera Fransa û Xirwatiya de birêve diçe. Ev lîstik hem ji bo Fransa girîng e û hem jî ji bo Xirwatiya. Girîngiya wê ji bo Fransa dîrokî û siyasî ye û ji bo Xirwatiya jî ewe ku yekem car hilbijardeya Xirwatiya digihê lîstika dawiyê.


Duh di Kûpaya Cîhanê ya Rûsya 2018ê de herdu tîmên welatê Belçîka û Îngîltereyê ji bo pileya sêyem û çarem hatine pêşberî hev û Belçîka bi golên Meunier û Hazardê li hember rikberê xwe bi 2-0 serkeft.


Fransa û Xirwatya dê lîstika dawî ya Kûpaya Cîhanê ya Rûsya 2018ê Îro yekşemê seat 18.00ê bikin. 


Ji bo Xirwatya lîstika dawiyê giringiyeke taybet heye, ji ber ku ev yekemîn car e ku Xirwatya derbasî vê qonaxê dibe. Ji aliyê din ve ji bo Fransayê giringiyeke siyasî û dîrokî heye. 


Her çawa be peywendiya rasterast ya Kupaya Cîhanê bi aboriyê ve heye. Tevî ku tîma Rûsyayê di wan lîstikan de name lê Rûsiyê di wê kupayê de serkeftnke mezin bidest xist ji ber ku kupayê dîmenê nezelal yê Rûsyayê ji bo gelek geştyar û welatên cîhanê zelal kir. 


Ji sala 2015ê ve geşeya aborî ya Rûsyayê %-2.8 bûye û di sala 2016ê de %-0.2 lê di sala 2017ê de û tevî nêzîkbûna kupayê geşeya aboriya wî welatî gihaye %+1.7ê. 


Xerciya vê kupayê 14.2 milyar dolar bûye ku 680 milyon dolar ji bo avakirina hotel û mêvanxane û 3.5 milyar dolar ji bo avakirina lîstgehan û 6.1 milyar dolar jî bo avakirina bingeha werzîşî hatiye xerckirin.


 Yek ji destkeftên baş yên kupayê bo Rûsiyê geşekirina sektora aborî bû  ku 570 hezar geştyarên biyanî û 700 hezar geştyarên navxweyî serdana bajarên lê yarî têne lîstin kirin. 


Herweha weberanînên FÎFAyê di sektorên hotelan de destkefteke giring e bo Rûsyayê ji ber ku xerciya avakirina piraniya wan hotelan li ser mile welatê mêvandar nine lê weke bingeheke baş bo Rûsyayê dimînin û dikare di paşerojê de sûdê ji wan werbigre.


Di encama kupayê de tê pêşbînîkirin ku di navbera salên 2018ê heya 2023ê de 26 heya 30 milyar dolaran li ser berhemên navxweyî yên Rûsiyê zêde bibe tevî wê yekê jî derfeta kar ji bo 220 hezar kesan peyda bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst