DUHOK – Deng bi dest tên hejmartin

Duhok (Rûdaw) – Li Duhokê hejmartina bi dest a dengên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dest pê kiriye û heta niha hejmartina 90 sindoqan bidawî bûye.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Duhokê Nasir Elî ragihand: “Bi giştî gilî li ser 107 sindoqan hebûn û heta niha 90 sindoq bidest hatine hejmartin. Tê pêşbînîkirin hejmartina dengan îro heta êvarê bidawî bibe.”

 

Peyamnêrê Rûdawê da xuyakirin: “Biryare 207 sindoqên dengdanê yên koçberên Mûsilê jî werin hejmartin. Lê proseya hejmartina van dengan hêj dest pê nekiriye.”

 

Berpirsê Ofîsa Hilbijartinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Duhokê Xalid Ehmed ji Rûdawê re ragihand: “Di encama bidest hejmartina dengan de PDKê li Duhokê nêzîkî hezar deng zêde kirine. Dengên hinek aliyan kêm hinekan jî zêde bûne. Lê guhertineke wiha berçav nebûye ku bandorê li guhertina hejmara kursiyan bike.”

 

Piştî ku Parlamentoya Iraqê yasaya hilbijartinê sererast kir, divêya li seranserê parêzgehên Iraq û Herêma Kurdistanê deng careke din bi dest bihatana hejmartin.

 

Lê roja 24ê Hezîrana 2018ê Dadwerên Komîsyonê biryar dan tenê ew sindoqên ku gilî li ser wan hene, careke din werin hejmartin.

 

Roja 3yê Tîrmehê hejmartina bidest a dengan li Kerkûkê dest pê kir û paşî li Silêmanî û Hewlêrê jî dengên sindoqan hatine hejmartin.

 

Ev 2 roj in dengên li 107 sindoqên Duhokê tên hejmartin.