AMED – Bav û kur bi destgirêdayî û kuştî hatine dîtin

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Hezro ya Amedê, bav û kurek bi awayekî destgirêdayî û kuştî hatine dîtin.


Îro danê sibê 15-07-2017, di navbera gundên Ormankaya û Çîtlîhaxçe ya Hezroyê de, termê du kesan bi awayekî destgirêdayî hate dîtin.

 

Piştî lêkolînan eşkere bû, ku ev term yên Omer Demirbaş û kurê wî Mûsa Demirbaş in.

 

Termê bav û kur ji bo lêkolînê rakirine Pizîşkî Dadwerî ya Amedê.

 

Hêzên ewlekariyê ji bo peydakirina kujeran dest bi lêkolînan kirine.