FOTO - Berpirsa Jinên DAIŞê hate girtin

15-07-2017
Sîrwan Ebas
Nîşan Kerkûk DAIŞ Polîs
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Polîsên Qeza û Nahyeyên Kerkûkê, li nahyeya Zapê ya Kerkûkê, berpirsa perwerdekirina jinên DAIŞê, desteser kir.

 

Rêveberê Polîsên Qeza û Nahyeyên Kerkûkê Emîd Serhed Qadir ji Rûdawê re ragihand: “Piştî zanyarî gihiştine destê me, ku berpirsa jinên DAIŞê dize kiriye nav bajarê Kerkûkê, roja Înê 14.07.2017, di operasyonekê de Berpirsa Dîwana Fêrkirinê ya DAIŞê Texrîd Ebdullah li nahyeya Zapê hate desteserkirin.”

 

Serhed Qadir da zanîn, ku Texrîd Ebdullah hevjîna berpirsekî serbazî yê DAIŞê yê bi navê Şefîq Samî Seîd e û li gorî madeya 4 a terorê, derbarê wî de jî biryara girtinê heye.

 

Emîd Serhed Qadir herwiha got, Texrîd Ebdullah ji bo jêpirsînê şandine asayîşê û ew dê li gorî madeya 4 a terorê were darizandin.

 

 

 

 

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst