Artêşa Îranê gundek Başûr topbaran kir

Helebce (Rûdaw)- Topxaneyên Hêza Pasdarên Îranê gundekî binarê çiyayê Sûrên li sînorê navçeya Pêncwên li Helebceyê topbaran kirin.

Navenda agahiyan a Pêncwên ji Rûdawê re ragihand: “Îro serê sibehê saet 03:00 topxaneyên Artêşa Îranê gundê Gomeresê yê ser bi nahiyeya Nawparêz li sînorê navçeya Pêncwên topbaran kirin.”

Heman çavkanî wiha got: “Artêşa Îranê 3 top li nava wî gundê ku dikeve binarê çiyayê Sûrên dane, lê ti ziyanên canî derneketine û tenê agir bi pûşê çolê ketiye û piştre xelkên gund agir vemirandin.”

Navenda agahiyan a Pêncwên wiha domand: “Balafirên şer ên artêşa Îranê bi berdewamî li asmanê navçeyê difirin.”





Li gora zanyariyên Rûdawê ji deverên Urmiye û Şinoyê wergirtin, şandina çekên giran ji bo sînorên Rojhilatê Kurdistanê berdewam dike û spaya pasdaran, hinek helîkopter jî şandine deverên sînorî.

 

Herwiha hat zanîn li ser rêya di navbera Urmiye û Şinoyê de gelek xalên pişkinînê hatine danîn û li navçeyên sînorî jî, tedbîrên ewlekariyê xurttir bûne.

 

Ew pêla şandina hêzan ji bo sînor ji aliyê spaya pasdaran ve, piştî bicîbûna pêşmergeyên her dû aliyên Demokrat ên Rojhilatê Kurdistanê li ser sînor tê.