Li ser sînorê Başûrê Kurdistanê xendeq tê kolandin

Hewlêr (Rûdaw)- Rêvebirê ragihandin û hişyariya niştimanî ya wezareta pêşmergeyan Helgurd Hîkmet got ku kolandina xendeqan bes e û ev xendeq tenê ji bo parastina hêzên pêşmergeyan û Başûrê Kurdistanê ye.

Emîd Helgurd Hîkmet ji Tora Medyaya Rudawê re li ser kolandina xendekan got “Li ser sînorê Başûrê Kurdistanê niha bi destê hêzên pêşmergeyan bendekî pêşgirî saz bikin û xendeqan çêbikin ku di vê planê de dirêjahiya firehiya wan sê metre ye. Me ferman daye navenda hemû hêzên pêşmergeyan ku hemû hêzên wan li aliyê xwe xendeqan çêbikin û bi awayekî giştî li hemû navçeyan destpêkiriye”.

Derbarê sînorê xendeqan de ku çend navçeyan digirin û li çendan temam bûye, Helgurd Hîkmet wiha axivî: “Bi piranî li ser sînorê Mûsil, Şingal, Zumar û sînorê Kerkûkê xendeq tên kolandin. Herwiha sînorê Diyala jî daxilî vê planê ye û li wê derê jî xendeq tên kolandin, lê belê niha pirsgirêka me tenê sînorê Seidîye û Celewla ye ku hêj nediyar e aliyekî wan dê bibe xendeq an na. Lê belê di plana me de heye”.

Di axaftina xwe de Helgurd Hîkmet got “Ji bo asayişa Başûrê Kurdistanê niha kolandina van xendeqan bes e û ev xendeq tenê ji bo parastina hêzên pêşmergeyan û Başûrê Kurdistanê ye”.

Li ber vê, wezareta pêşmerge ya Herêma Kurdistanê û berpirsiyarekî siyasî yê Kurd da zanîn ku planeke wan heye li ser sînorê Başûrê Kurdistanê xendeqan çêbikin û wiha dewam kir:  “Ev xendeqên hanê li dijî derbasbûna komên terorîstan ji bo Başûrê Kurdistanê, astengiyek e gelek baş e”.