Di doza KCKê ya Şirnexê de girtî neman


Şirnex (Rûdaw) – Di doza KCKê ya Şirnex de 23 girtî hatin berdan û di vê doze de ti girtiyek nema.

Di dozak KCKê ya Şirnexê de 68 kes tên darizandin ku 23 jê girtî û yên din jî li derveyî girtîgehê tên darizandin.

Yekemîn Dadgehê Cezayê Giran a Şirnexê îro biryara berdana 23 girtiyên KCKê da û bi vî awayî di doza KCKê ya Şirnexê ti girtiyek nema.

Di dema rûniştinê dadgehê de 14 tohmetbarên ku li derveyî girtîgehê dihatin darizandin jî beşdar bûn.  

Parlamenterên Şirnexê Faysal Sariyildiz, Selma Irmak û  hevşaredarên Şirnexê yên HDP'ê Serhat Kadirhan û Ozlem Onuk, Serokê Baroya Şirnexê Nuşîrvan Elçî, malbatên girtiyan jî beşdarî rûniştina dadgehê bûn.