Li Keskê pêşmerge û DAÎŞ rûbirûyê hevdu nebûne

Neynewa (Rûdaw)- “Keskê” ew navçeye ku heta niha dawî xala hêzên pêşmergeye li Başûrê Kurdistanê ligel çekdarên DAÎŞê li parêzgeha Neynewayê.

Keskê 10 km ji qeza Teleferê dûr e û piştî hêzên artêşa Iraqê jê kişiyan, niha ew dever ji aliyê hêzên pêşmerge ve tê kontrolkirin û xaleke kontrolê jî li wir danîne.

Dûriya navbera hêzên pêşmerge û çekdarên DAÎŞê Ii wî sînorî çend kîlometran kêm e, lê heta niha ti rûbirûbûneke çekdarî di navbera wan de çênebûye.

Li kêleka hêzên pêşmerge, hêzên parastina jîngehê li Keskê Kurdistanê diparêzin, herwiha li wê deverê hemû pêwîstiyên bijîşkî ji pêşmerge re hatine peydakirin.