Nêçîrvan Barzanî: Bila ev cejn bibe cejneke dilxweşiyê
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta Cejna Qurbanê peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî, hêvî xwest ev cejn xêr û bereket, aramî û aştiyê bi xwe re bîne.
Peyama Nêçîrvan Barzanî wiha ye:
“Ez Cejna Qurbanê li welatiyên ezîz ên Kurdistanê û hemû Misilmanên li Îraq û cîhanê bi germî pîroz dikim.
Hêvîdar im ku ev cejn xêr û bereket be û ji bo hemû aliyan aştî û aramiyê bi xwe re bîne.
Ji hemû kesî re bêhnvedaneke xweş dixwazim.
Werin bi vê helkeftê bila em têgeh û wateyên cejnê di gerdenazadî, lêborîn û lihevhatinê di jiyan û têkiliyên xwe yên rojane da nû bikin.
Di rêzgirtin, hezkirin, xêrxwazî û ruhê hevkariya bi hev re de rûpelekî nû vekin.
Xwedayê mezin welat û gelê me biparêze.
Cejna we hemûyan pîroz be û her sal bi xêr û xweşî be.”
Serokê Herêma #Kurdistan`ê Nêçîrvan #Barzanî peyamek bi boneya hatine Cejna Qurbanê belav kir:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 15, 2024
🎤 Werin em bi rêz, hezkirin, dilnizmî û ruhê hevkariyê bi hev re qonaxeke nû vekin pic.twitter.com/3ySx2PLjnW