Nêçîrvan Barzanî: Bila ev cejn bibe cejneke dilxweşiyê

15-06-2024
RÛDAW
Nîşan Mustafa Ozçelîk Cejna Qurbanê PWK Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta Cejna Qurbanê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî, hêvî xwest ev cejn xêr û bereket, aramî û aştiyê bi xwe re bîne.

Peyama Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

“Ez Cejna Qurbanê li welatiyên ezîz ên Kurdistanê û hemû Misilmanên li Îraq û cîhanê bi germî pîroz dikim.

 Hêvîdar im ku ev cejn xêr û bereket be û ji bo hemû aliyan aştî û aramiyê bi xwe re bîne.

Ji hemû kesî re bêhnvedaneke xweş dixwazim.

Werin bi vê helkeftê bila em têgeh û wateyên cejnê di gerdenazadî, lêborîn û lihevhatinê di jiyan û têkiliyên xwe yên rojane da nû bikin.

Di rêzgirtin, hezkirin, xêrxwazî û ruhê hevkariya bi hev re de rûpelekî nû vekin.

Xwedayê mezin welat û gelê me biparêze.

Cejna we hemûyan pîroz be û her sal bi xêr û xweşî be.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst