ÊLIH -Termê şivanekî Sûriyeyî di coya avê de hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hezoyê ya parêzgeha Êliha Bakurê Kurdistanê, termê şivanekî Sûriyeyî di coya avdaniyê de hat dîtin.

Ew kes ji 8ê Hezîranê ve winda bû.

Li gorî agahiyan, îro li gundê Kaniyê yê navçeya Hezoyê, cenazeyê şivanê 19 salî yê bi navê Majid H. di coya avê de hat dîtin.

Gundiyan 8ê Hezîranê, cilên Majid li kêleka coya avdaniyê dîtibûn û wan li ser wê yekê aliyên pêwendîdar ji rewşê agahdar kiribûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên pêwendîdar di nav coya avdaniyê de, dest bi lêgerinê kir.

Îro termê wî, bi 10 kîlometreyan dûrî cihê cilê wî, di nav avê de hat dîtin.

Tîmên tenduristiyê termê Majid H. ji bo otopsiyê veguhast morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.