Li Rojavayê Kurdistanê betlaneya cejnê kengî diqede?

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî biryara Rêveberiya Xweser, betlaneya Cejna Qurbanê îro dest pê dike û 19ê mehê diqede.

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser bi boneya Cejna Qurbanê biryarnameya betlaneya cejnê derxist.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku dê betlaneya cejnê 5 roj be û wiha got:

“Hemû dezgeh û saziyên fermî yên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji roja şemiyê (15.06.2024) heta roja çarşemê (19.06.2024) dê betlaneyê bikin.

Li saziyên ku karên wan berdewamê dixwazin betlane nîne.

Ev biryarname li gorî dîroka hatiye diyarkirin dikeve pratîkê."