Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, “Hêvî dikim cejn bibe wesileya xweşî, şadî û baştirbûna rewşa darayî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Cejna Qurbanê peyamek belav kir û cejna tevahiya Misilmanên Herêma Kurdistanê, Îraq û cîhanê pîroz kir.
Mesrûr Barzanî hêvî xwest ku cejn bibe wesileya baştirbûna rewşa darayî.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de wiha got:
“Bi minasebeta hatina cejna pîroz a Qurbanê, gerimtirîn pîrozbahiyê li tevahiya Misilmanên Herêma Kurdistanê, Îraq û cîhanê bi taybetî Pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlehiya navxwe, xizm û malbetên serfiraz ên şehîdan û enfalkiriyan dikim.
Hêvî dikim rojên cejnê di nava rewşeke aram û selamet de derbas bikin.
Bila cejn bibe wesileya xweşî, xweşguzeranî, şadî û baştirbûna rewşa darayî ya xelkê, zalbûna aramî û aştiyê li cîhanê û geşbûna zêdetir a aramî û çanda bihevrejiyana aştiyane di navbera pêkhateyên cuda yên herêma Kurdistanê de.
Cejna we pîroz be û her tim di nava aramiyê de bijîn.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse