'Otomobîlên ku Rakan Cibûrî dabûn Komîsyona Destpakiyê ya Kerkûkê veguhastin cihekî nediyar'

Hewlêr (Rûdaw) – Otomobîlên ku parêzgarê Kerkûkê yê bi wekalet Rakan Cibûrî dabûn Komîsyona Destpakiyê ya Kerkûkê birine cihekî nediyar.

Parlamenterê Kerkûkê Dîlan Xefûr li ser veguhastina otomobîlan ji Rûdawê re axivi.

Dîlan Xefûr da zanîn ku piştî ku wan belge belav kiriye, Rakan Cibûrî 8 otomobîl dane Komîsyona Destpakiyê ya Kerkûkê, di nava saetekê de otomobîl hatin veguhastin.

Dîlan Xefûr di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:

“Otombîl bi awayekî lezgîn ji garaja Komîsyona Destpakiyê ya Kerkûkê hatin derxistin û birin cihekî nediyar."

“Rakan Cibûrî nehiştiye otomobîl careke din bên wergirtin”

Dîlan Xefûr amaje bi wê yekê jî kir ku bêhna gendeliyê ji wî karî tê û wiha got:

“Em çûn dadgehê, me doz vekir û me xwest dîmenên kamerayan jî bên nîşandan.

Li gorî dîmenên kamerayan derdikeve holê ku 8 otomobîl ji garaja Komîsyona Desteya Destpakiyê ya Kerkûkê tên derxistin û dibin cihekî nediyar.

Li gorî zanyariyên me, Rakan Cibûrî destûr nedaye otomobîl ji parêzgeha Kerkûkê re bên vegerandin."