Serok Barzanî: Hêvî dikim ku cejn bibe sedema bicihbûna aştî û aramiyê

15-06-2024
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Cejna Qurbanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina Cejna Qurbanê peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de bi taybetî pîrozbahî li malbatên şehîdan û Pêşmergeyan kir.

Serok Barzanî di peyama xwe ya pîrozbahiyê de wiha got:

“Di Cejna Qurbanê ya pîroz de germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim.

Ez pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û welatiyên xweşewîst ên Kurdistanê dikim.

Di vê boneya pîroz de ji Xwedayê mezin dixwazim ku xêr, xweşî û aramiyê ji bo gelê Kurdistanê bîne û ev cejna pîroz bibe sedema bicihbûna aştî û aramiyê herêma me û hemû cîhanê.

Cejna we pîroz be û bimînin di xêr û xweşiyê de.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst