MÊRDÎN - Bi hezaran donim zeviyên genim şewitîn

15-06-2024
Nîşan Mêrdîn Qoser Şemrex Şewat Genim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Şemrex û Qoserê yên parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê agir bi zeviyên genim ket.

Di encama şewatan de li Qoserê 5 hezar donim zevî şewitî û zerar gihişt mal û axûrên xelkê.

Li Şemrexê jî zerer gihiştiye nêzîkî 25 hektar zeviyên çandiniyê.

Qoser

Li Qoserê şeva borî ji ber sedemeke nediyar li heft taxan agir bi zeviyên genim ket.

Zerereke zêde gihişt mal, axûr, trafo, boriyên avdanê û pêzê xelkê jî birîndar bû.

Hat ragihandin ku bi giştî 5 hezar donim zeviyên genim şewitîne.

Şemrex

Li Şemrexê jî sedema şewatê nehatiye zanîn û tîman piştî demekê agir vemirandiye.

Piştî vemirandina agir hat diyarkirin ku zerer gihiştiye nêzîka 25 hektar zevî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst