Li Rihayê kûçikekî êrişî zarokeke 3 salî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Serê Kaniyê ya ser bi parzêgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve berî çend rojan segê bê xwedî êrişî zarokeke 3 salî ya bi navê Muberran Ceren kiribû. Muberran Ceren ji eniya xwe û serê xwe birîndar bûye û eger heye cihê kelbê seg ê li ser eniya wê bimîne.

Abdulkadir Avar, bavê Muberran Ceren dibêje: “Min keça xwe bir Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcle û li wir neştergeriya plastîkî bo wê hat kirin, lê gotin dê cihê wê birînê bimîne. Ez dixwazin piştgiriya derûnî bo keça min bê dayîn. Bo cihê birînê jî nemîne ez ji aliyan daxwaza alîkariyên pêwîst dikin.”

Welatiyên vê navçeyê dibêjin ji ber segên bê xwedî zêde ne hertim li ser wan û zarokên wan metirsiyek heye.

Ji bo careke din bûyerên bi vî awayî çênebin welatî daxwaz dikin ku aliyên pêwendîdar ji bo ajalên bêxwedî cihekî çêkin û wan li wir kom bikin.

Cîranê Abdulkadir Avar, Mahmut Uysal jî dibêje: “Ez li wê avahiya kêlekê bûm, dema ez hatim min dît li vir gengeşeyek heye, heta gihiştim bûyer çêbibû. Seg zarok gez kiribû lê ya baş ew bû ku sê jin li wir bûn eger na seg dê zarok parçebikira. Em ji bûyerên bi wiha bêzar bûne. Heta niha me ji hemû aliyên pêwendîdar re gotiye lê kesekî tiştek nekiriye û tedbîrên pêwîst wernegirtine.”

Ne tenê li Rihayê li gelek parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê jî bûyerên êrişkirina segên har çêbûne.

Di Çileya Îsal de jî li parêzgeha Wanê segekê êrişî zarokek 10 salî kiribû û zarok tevî hemû hewldanên pizîşkî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dabû.