Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Şoreşgerên Demokratîk a Kurd (DDKD) ragihand ku ew ji Tifaqa Kurdistanî veqetiyan.
Navenda Giştî ya DDKDê di daxuyaniyekê de ragihand ku sedema derketina ji tifaqê ew e ku "di pêvajoya hilbijartinê de ev tifaq veguheriye amûreke propagandayê".
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) û Platforma Demokratên Kurd-Bakur (PDK-Bakur) di nav Tifaqa Kurdistanî de hatine paşguhkirin.
Navenda Giştî ya DDKDê li ser wê yekê wiha dibêje, “Di nirxandina proseya hilbijartinan û encamên hilbijartinan de, encûmena rêveber a me armanc dikir ku Tifaqa Kurdistanî ya ku me di sala 2017an de di damezrandina wê de cih girt û heta niha jî bi dilxwazî tê de beşdar bûye, bibe tifaqeke herdemî û li gor berjewendiyên neteweyî, lê belê tenê di pêvajoya hilbijartinê de, bi taybetî di hilbijartinên 14ê Hezîrana 2023an de veguherî amûreke propagandayê, bi taybetî di hilbijartinên 14’ê Hezîrana 2023’an de T-KDP û PDK-Bakur ku di nava partiyên girîng ên tifaqê de ne, di xebatên hilbijartinê û danasînê de jî nehatin hesibandin û tifaq bi xwe jî hema bêje hate paşguhkirin.”
Komeleya Şoreşgerên Demokratîk a Kurd ragihandiye, ew aliyên siyasî beşdar di tifaqê de agahdar dikin ku ji roja 14ê Hezîrana 2023an ve ji Tifaqa Kurdistanî derketine, ji ber ku tifaqeke nefunksional hatiye kirin û prensîbên ku tifaqê destnîşan kiribûn nehatine bicihkirin.
DDKDê tekez kiriye, eger di pêşerojê de tifaq û hevpeymaniyek din a Kurdistanî were avakirin ku bi têgihîştineke nû û rêzgirtina ji hev re be, ew ji berpirsyariyê dûr nakevin.
Roja 3ê Nîsana 2023an, ki Ameda Bakurê Kurdistanê “Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd” bi partiyên Kurdî re hatibû avakirin û deklerasyona xwe aşkere kiribû.
Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd ji van aliyan hatibû pêkanîn: Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Dmeokratîk (DBP), Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Serokê Giştî yê Partiya Azadî, Komeleya Şoreşgerên Demokratên Kurd (DDKD), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK).
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse