Li Qersê ji ber bahozê dar ji kokê derketin
Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Qamûşanê ya Qersê piştî baranê bahozeke bihêz rabû. Bahozê hinek dar ji kokê ve rakirin û banên beşek ji xanyan jî bi xwe re bir. Herwiha piştî baran û bahozê teyrok bariya û ziyaneke zêde gihand berhemên çandiyê.
Çend roj in li beşek ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiye baran dibare. Li navçeya Qamûşanê ya Qersê piştî baranê bahozeke bihêz rabû.
Li Taxa Înonuyê li Baxçeyê Gel ji nişkêva bablîsok rabû û ji ber bablîsokê hin dar ji kokê derketin.
Dema bahozê hinek welatî li vê parkê bûn. Bi gotina welatiyan hêza bahozê ewqas zêde bû beşek ji wan jî li ber ketine.
Şêniyên Taxa Înonuyê Nurettîn Kaya got, " Em li vê derê rûniştibûn. Destpêkê baran bariya. Piştre saç firiyan. Li wî alî avahiyên kevin hebûn. Saçek jê firiya û hat. Piştre em zivirandin û rakirin hewayê. Weke hûn dibînin dar qulipandin. Em jî ber bi rûbar ve avêtin. Eger dar bi ser me de ketiban ji xwe niha em miribûn.”
Nurettîn Yurt jî diyar kir li seranserê baxçeyê gel bablîsok rabû û got ku ji nişkêva sac û kamelya dan ber xwe û dar qelibîn.
Piştî baran û bahozê di ser de jî teyrok bariya. Di demek kurt de cade û kolan spî kirin. Zererek zêde gihand berhemên çandiya navçeyê. Welatiyan bi bêran terokên li hewşên malên xwe paqij kirin.
Zarokek şêniyê taxê dibêje: “Destpêkê baran bariya. Piştre jî teyrok. Piştî wê jî her der spî bû.”
Welatî Îbrahîm Yurt jî got: “Bahozê tevahiya bexçeyê milet dorpêç kir. Gelek dar qulipîne. Ban li hewayê difiriyan. Ev der karesat e.”
Çend roj in li beşek ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiye baran dibare. Li çend navçeyan jî teyrok. Baran û teyrokê li hinek deveran zerereke zêde ya maddî gihandiye cotkaran. Lê li gor Saziya Keşnasiyê dê ji roja Pêncşemê û şûnde pêla baranbarînê bi dawî tê û hewa li piraniya Bakurê Kurdistan û Tirkiyî tavî û kêm ewir be.