Li Qersê ji ber bahozê dar ji kokê derketin

15-06-2023
RÛDAW
Li Qersê ba, baran û bahozeke bihêz rabû
Li Qersê ba, baran û bahozeke bihêz rabû
Nîşan Qers Bahoz Baran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Qamûşanê ya Qersê piştî baranê bahozeke bihêz rabû. Bahozê hinek dar ji kokê ve rakirin û banên beşek ji xanyan jî bi xwe re bir. Herwiha piştî baran û bahozê teyrok bariya û ziyaneke zêde  gihand berhemên çandiyê.

Çend roj in li beşek ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiye baran dibare. Li navçeya Qamûşanê ya Qersê piştî baranê bahozeke bihêz rabû.

Li Taxa Înonuyê li Baxçeyê Gel ji nişkêva bablîsok rabû û ji ber bablîsokê hin dar ji kokê derketin.

Dema bahozê  hinek welatî li vê parkê  bûn. Bi gotina welatiyan  hêza bahozê ewqas zêde bû  beşek ji wan jî li ber ketine.

Şêniyên Taxa Înonuyê Nurettîn Kaya got, " Em li vê derê rûniştibûn. Destpêkê baran bariya. Piştre saç firiyan. Li wî alî avahiyên kevin hebûn. Saçek jê firiya û hat. Piştre em zivirandin û rakirin hewayê. Weke hûn dibînin dar qulipandin. Em jî ber bi rûbar ve avêtin. Eger dar bi ser me de ketiban ji xwe niha em miribûn.”

Nurettîn Yurt jî diyar kir li seranserê baxçeyê gel bablîsok rabû û got ku ji nişkêva sac û kamelya dan ber xwe û dar qelibîn.

Piştî baran û bahozê  di ser de jî  teyrok bariya. Di demek kurt de cade û kolan spî kirin.  Zererek zêde  gihand berhemên çandiya navçeyê. Welatiyan bi bêran terokên li hewşên malên xwe paqij kirin.

Zarokek şêniyê taxê dibêje: “Destpêkê baran bariya. Piştre jî teyrok. Piştî wê jî her der spî bû.”

Welatî Îbrahîm Yurt jî got: “Bahozê tevahiya bexçeyê milet dorpêç kir. Gelek dar qulipîne. Ban li hewayê difiriyan. Ev der karesat e.”

Çend roj in  li beşek ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiye baran  dibare. Li çend navçeyan jî teyrok. Baran û teyrokê li hinek deveran zerereke zêde ya maddî  gihandiye cotkaran. Lê li gor Saziya Keşnasiyê dê ji roja Pêncşemê û şûnde pêla baranbarînê bi dawî tê û hewa  li piraniya Bakurê Kurdistan û Tirkiyî  tavî û kêm ewir be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst