Efrîn: Grûpên çekdar Girê Kitix ê şûnwarî têk dan

15-06-2023
RÛDAW
Nîşan Girê Kitix Efrîn Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girê Kitix ê şûnwarî yê di navbera bajarê Efrîn û bajarokê Racoyê Rojavayê Kurdistanê de ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiye ve hat têkdan û talankirin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) îro Pêncşemê 15ê Hezîrana 2023an grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve Girê Kitix ê şûnwarî yê di navbera bajarê Efrîn û bajarokê Racoyê de têkdan û ew der talan kirine.

Grûpên çekdar her wiha bi dehan dar jî li derdora wê şûnwarê birrîne ku di sala 1981an de ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî ya Sûriyê ve hatiye tomarkirin.

31ê Gulana borî jî, grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve pêgehê şûnwarî Til Qere yê nêzîkî bajarokê Cindirêsê têkdabûn û talan kiribûn, her wiha ew jî di sala 1981an de ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî ya Sûriyê hatiye tomarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst