DEDAŞ: Li Şirnexê û Mêrdînê êrîşî karmendên me kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya Dabeşkirina Elektirîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ragihand ku dema karmendên wan hewl didan li parêzgehên Şirnex û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê rûbirûyî elektirîka qaçax bibin, çend kesan bi dar û keviran êrîşî wan kirine û zerer gihandine stûnên elektrîkê.

Li gor daxuyaniya ku îro Pêncşemê 15ê Hezîrana 2023an ji aliyê Kompanyaya Dabeşkirina Elektirîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ve hatiye belav kirin, tîmên wan ên elektirîkê dema li gundê Delava Qesrê yê girêdayî navçeya Hezexê ya Şirnexê hewl didan rûbirûyî elektirîka qaçax bibin, çend kesan bi dar û keviran êrîşî karmendên wan kirine û zerer gihandine 11 stûnên beton ên elektirîkê.

Kompanyaya navborî her wiha daye zanîn ku tîmên wan bi heman awayî dema ku dixwestin ji bo rûbirûbûna elektirîka qaçax li taxa Sogutozu ya navçeya Derîkê ya Mêrdînê jî çend stûnên elektirîkê daçikînin, çend kesan li wê derê jî bi dar û keviran êrîşî tîmên wan kirine û zerer gihandine 12 stûnên elektirîkê.

Kompanyaya Dabeşkirina Elektirîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ragihandiye ku bi giştî xerciya ew 23 stûnên elektirîkê yên li Mêrdîn û Şirnexê zerera ku gihiştiye wan 271 hezar lîreyên Tirkî ne û derbarê van her du bûyeran de li dozgeriyê gilî hatiye tomarkirin û 3 kes hatine desteserkirin.

Ev demek e kompanyayên taybet ên elektirîkê li Bakurê Kurdistanê di bin navê rûbirûbûna elektirîka qaçax de li parêzgeh û navçeyên Bakurê Kurdistanê dest bi çend pêngavan kirine û dixwazin pîverên elektirîkê yên welatiyan di vê çarçoveyê de li derveyî malên wan, li ser stûnan bên danîn lê welatî ji van pêngavên kompanyayan nerazî ne û gelek caran li ser vê mijarê di navbera karmendên kompanyayan û welatiyan de alozî derdikevin.