Li Bedlîsê zibilê ku tê komkirin di berhemanîna elektrîkê de tê bikaranîn

15-06-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Bedlîs Elektrîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bedlîs a Bakurê Kurdistanê ji zibil û gilêşan, elektirîk tê berhemanîn. Li Bedlîsê rojan e nêzîkî 250 ton zibil tê komkirin û ji bo berhemanîna elektrîkê tê bikaranîn.

Tesîsa depokirina ziblê hişk li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê rojane şaredariya bajêr 250 ton ziblê kom kiriye tîne vir û li vê derê dibe elektrîk. Rojane elektrîka li vir tê berhemanîn têra 2 hezar û 200 malan dike.

Berpirsa Peywendiyên Gel a BÎKA Gulşen Başar anî ziman, “Şaredarî bermahiyên ku berhev dike tîne vê derê. Bermahî li qada depokirinê tên şidandin. Ji gaza metanê ya ku durist dibe em elektrîkê berhem tînin.”

Gelaşa ku tê vê derê destpêkê ji hev tê cudakirin. Tiştên ku divê kargehê de nayên bikaranîn û ji bo careke din wek madeya xav bê bikaranîn bo kargehên din tên şandin û yê din jî li vir tê bikaranîn û jê elektrîk berhem tê.

Berpirsa Peywendiyên Gel a BÎKA Gulşen Başar got, “Ji bo xebatên vegerandina gelaş bi tena serê xwe nabe, divê welatî jî bên haydarkirin. Me li navenda bajêr û li navçeyan perwerde da 9 hezar xwendekarên 87 dibistanan. Bi materyalên çapkirî û xebatên haydarkirinê me xwe gihand nêzîka 12 hezar xwendekaran. Girîng e zarok hê di biçûkatiya xwe de bibin xwediyê vê hişyariya parastina jîngehê.”

Yekîtiya Ziblê Hişk a Bedlîsê (BÎKA) bi vî karê xwe dixwaze balê bikişîne ser parastina jîngehê û di heman demê de pêşxistina pîşesaziya di xizmeta parastina jîngehê de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst