Jineke Şirnexî dest avêt erdeke beyar: 6 cure fêkî û sebzeyan berhem tîne

15-06-2022
RÛDAW
Li parêzgeha Şirnexê bo erdên beyar veguhezînin erdên çandiniyê xebat tên kirin
Li parêzgeha Şirnexê bo erdên beyar veguhezînin erdên çandiniyê xebat tên kirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hezexê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê Emîne Akman a 25 salî li ser 11 donim erd beyar 6 cure fêkî û sebzeyan berhem tîne.

Li gundê Tilêla ser bi navçeya Hezexê ya Şirnexê Emine Akmana 25 salî, ligel malbata xwe berî 2 salan dest avêtin erdekî beyar û niha di 11 donim erd de dest bi berhemanîna firing, balcan, îsot, xiyar, kundir û zebeşan kirin. Malbata Akman debara xwe bi dahata wan berheman dikin.

Cotkar Emine Akman dibêje: “Ez bi malbata xwe re vî erdî ku hûn dibînin bikar tînin û berhemanînê dikin. Xizmet, kolandin, avdan û eşêfa wê em bi malbatî dikin.”

Li parêzgeha Şirnexê bo erdên beyar veguhezînin erdên çandiniyê xebat tên kirin ku ji projeya Emine Akman sûdê werbigrin.

Rêveberê Saziya Çandinî û Daristanê yê Şirnexê Selman Demirel jî got: “Înşallah di demeke herî kurt de bi pêşengiya cotkarên me em dê herêmê pêşanî wan bidin û ji bo qadên çandiniyê zêde bikin wan han bidin.”

Parêzgeha Şirnexê ji ber navçeyeke çiyayî ye erdên çandiniyê lê kêm in. Li Şirnexê milyonek û 65 hezar donim erdên çandiniyê û 3 milyon 146 hezar dekar erdên beyar û mêrg hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst