Li Bedlîsê şerê dirûna giya; 1 kuşt, 2 birîndar

Hewlêr (Rûrdaw) - Li gundê Sesêrê yê navçeya Xîzanê ya Bedlîsa Bakurê Kurdistanê, di navbera du malbatan de şer derket, di encama şer û pevçûnê de kesekî jiyana xwe ji dest da û herwiha du 2 kes jî birîndar bûn ku yek ji wan zarok bûye.

Bûyer li gundê Sersêrê ku 40 kîlometre dûrî navenda navçeyê ye, danê êvarê qewimî.

Hat îdiakirin ji ber lihevnekirina li ser dirûna giya di navbera du malbatan de nîqaş derket û piştre ew nîqaş veguherî şerê ku çek jî tê bikaranîn.

Di bûyerê de kesekî ku gule lê ket jiyana xwe ji dest da, 2 kesên din jî birîndar bûn ku yek ji wan zarok bû.

Li ser agahdarkirinê gelek ekîbên tenduristiyê û cendirme bo cihê bûyerê hatin şandin.

Hat ragihandin ku kesên birîndar bo nexweşxaneyê hatin veguhestin û rewşa wan jî baş e.

Hêzên ewlehiyê tedbîrên ewlehiyê yên berfereh li derdora nexweşxaneyê û li gund girtin da ku di navbera her du malbatan de bûyerên nû çênebin.

Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

5 roj berê 3 kes hatin kuştin

Ji aliyê din ve 5 roj berê li gundê Tixbî yê navçeya Matkiyê her ji ber lihevnekirina li ser dirûna giya di navbera grûpên mirovên hev de şerê bi çekan derket û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan.