Kêmbûna alîkariyan koçberên kampa Domîz xistiye metirsiyê

15-06-2022
RÛDAW
Kêmbûna alîkariyan koçberên kampa Domîz xistiye metirsiyê
Kêmbûna alîkariyan koçberên kampa Domîz xistiye metirsiyê
Nîşan Kampa Domîz Alîkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kêmbûna alîkariyên Rêxistinên Navdewletî metirsî li ser ewlehiya xorakê ya koçberên Kampa Domîz çêkiriye. Li Kampa Domîz a li parêzgeha Duhokê koçber ji ber metirsiya necîgiriya ewlehiya xorakê ditirsin ku nekarin pêdiviyên xwe yên rojane dabîn bikin.

Şer li welatê wan û bandora wê li Kampa Domîz. Li kampa Domîz ji aliyê rêxistinên navdewletî ve bo koçberan mehane 22 hezar dînar tên dayîn, lê piştî şerê Ukraynaynayê alîkarî kêmbûne û niha metirsiya birîna qan 22 hezar dînaran jî heye, ku bi gotina wan tenê têra 1 - 2 rojan dike.

Koçberê Sûrî ji Dêrikê Mihemed Xelîl "Ew 22 hezar dînarên pereyê xorakê têrî 1-2 roj zêdetir nake, ji ber ku hemû tiştek giran e. Wek mînak nirxê rûn bi 4 hezar dînar e. Eger wiha be çawa têr bike? Kîloyek pîvaz bi 3 hezar dînar e, çawa têr bike? Hemû tiştek giran e, hemû tişt.”

Yusra koçbereke din a wê kampê ye. Dibêje ev demeke behsa birîna alîkariyan heye û nizane ku meha bê alîkarî bo wê tê dayîn yan na. Vê yekê jî ew rûbrûyî çarenivîseke nediyar hiştiye.

Koçbera Sûrî ya Kampa Domîz Yusra Mihemed diyar kir “Ev erzaq in û dibêjin ew dê wê erzaqê li ser me qut bikin. Vêca em nizanin ka ewê li ser me qut bikin an na.vê mehê yên zêdetirî 200 malî qut kirine. Gotine meha bê jî wê yên ku mafê wan heye dê bidin paşê êdî nedin wan.”

Rêveberiya Koç û Koçberan a Dihokê ye û  rêveberê wê dibêje: Bi eşkere ji vê mehê ve alîkarî kêmbûne, ji 1ê meha bê jî beşek ji rêkeftinên alîkariyan bi dawî dibin.

Rêveberê Koç û Koçberan yê Parêzgeha Dihokê Pîr Dayan ragihand “Îsal piştî ev şerê Rûsya û Ukraynayê gelek piştevanî kêm bûn. Girêbesta wan xelas bû. Ev bixwe bargiraniyek ji bo rêveberiya me çêdike.”

Niha li Iraqê 250 hezar koçberên Sûrî hatine tomarkirin ku ji sedî 60ê wan li kampên cuda yên Herêma Kurdistanê dijîn.

Li Herêma Kurdistanê ji bo koçberên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê 9 kamp  hatine çêkirin, ku  5 ji wan li parêzgeha Dihokê  ne û li her yek ji parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê jî  2 kamp hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst