Pêncemîn rûniştina doza Tahir Elçî îro birêve diçe

Hewlêr (Rûdaw) - Pêncemîn rûniştina doza parêzerê Kurd û serokê berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî ku sala 2015an di êrîşeke çekdarî de hatibû kuştin, îro demjimêr 10:00 li 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê birêve diçe. Di çarçoveya dozê de 4 kes tên darizandin ku 3 jê polîs in.

Îro 15ê Hezîrana 2022an pêncemîn rûniştina Doza Tahir Elçî li 10emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê dîtin.

Weqfa Mafên Mirov a Tahir Elçî û Baroya Amedê derbarê dozê de daxuyaniyeke hevbeş dan û ragihandin “Divê kuştina Tahir Elçi bêceza nemîne” û banga hevkariyê kirin.

Serokê berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî di 28'ê Mijdara 2015'an de dema ku ji bo şermezarkirina hilweşandina Minareya Çar Ling a dîrokî ya li navçeya Sûrê daxuyanî dida çapemeniyê, rastî êrişeke çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da.

Doza Tahir Elçî piştî kuştina wî bi 5 salan hatibû vekirin û yekemîn rûniştina doza Tahir Elçî di 21ê Cotmeha 2020an de birêve çûbû.

Çaremîn rûniştina doza Tahir Elçî jî di12ê Çileya 2022an de birêve çûbû.