Erebên gundekî Til Hemîs êrîşî hêzên Amerîkî kirin

15-06-2021
Rê li ber hêzên Amerîkî girtin
Rê li ber hêzên Amerîkî girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê, Erebên gundekî Til Hemîs êrîşî hêzên Amerîkî kirin û rê nedan di gundê wan re derbas bibin.

Erebên gundê El Mehna ser bi bajarokê Til Hemîsê yê Qamişloyê, rê li ber hêzên Amerîkî girtin.

Dema ku hêzên Amerîkî dixwestin bi gundê El Mehnayê derbas bibi, Erebên wî gundî bi keviran êrişî hêzên Amerîkî kirin.

Xelkê wî gundî ji hêzên Amerîkî re gotin, nabe careke din bên gundê wan û weke di dîmanan de diyar e ew alîgirên Hikûmeta Sûriyê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst