Li Dêrikê di mala şivanekî de bombe teqiya

Hewlêr (Rûdaw) – li Gundê Mozelanê yê girêdayî Dêrika Rojavayê Kurdistanê di mala şivanekî de bombe teqiya û di encamê de 2 zarokên wî jiayna xwe ji dest didin

Di mala welatiyê bi navê Ebdullah Mutleq de bombeyek teqiya û malbata wî ya 5 kesî derbider kir. Du kurên wî yên 6 û 8 salî jiyana xwe ji dest didin, hevjîna wî li nexweşxaneyê di bin çavdêriya hûr di metrisyê de ye, ew û keça xwe jî birîndarin.

Gundiyê bi navê Selman Heme got “Du term li vir li erdê bûn, dengekî pir bihêz hat, demjimêr yek û nîv yan yek û çil deqe bû.”

Ew bi xwe ne ji gundê Mozelanê ne, ji gundê Til Gidîş yê derdora Til Hemîs in, lê ev du sal in, pezê xwe anîbûn çêriyê. Dema bûyerê ne bi tenê bûn, 2 keçên gûndiyan jî li mala wan mêvan bûn, lê niha ew jî birîndar in û mêvandariya hev li nexweşxaneya Qamişlo dikin.

Ebdullah gundê Mozelanê bi cî dihêle, kurê xwe vedişêre, hevjîna xwe li nexweşxaneyek çargoşeya ewlekariyê ku ji serê xwe heya nava xwe birîndare, dihêle û şîna zarokên xwe vedigre. Ew û keça xwe ne, kî wê li ber dilê kê bide

Ebdullah Mutleq, şivanê pez got “zarokek min serê wî û destê wî çû, yê din, zikê wî. Tenê çend saniye bûn, deng û toz rabû, me ew birin nexweşxaneyên Dêrikê. Lê beriya wê deng ji goreban rahênanê dihat bihîstin.”

Ayda Mutleq, keça şivanê pez dibêje “Ez şiyarbûm û dilîstim. Ez derketim min bihîst ji derve dengek hat û li pencerê ket û ez nema zanim çibû.”

Heya niha ti kesî jêdera wê bombê nas nekiriye, Ebdullah red dike ku berê di mala wî de hebe. Ev jî di demekê de ye ku li tenîşt gundê Mozelanê meydana rahênana serbazî ango qada nîşanê heye ku tê texmîn kirin zarokan ji wir hilgirtibin, lê ji ber ku ew zarok mirîne, bersiva vê jî bi wan re çû gorê. Heya niha Asayîşa Rojavayê Kurdistanê jî ti daxuyanî li ser vê bûyerê nedaye.