Gur ketin nav keriya pez: 22 mih mirar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê gur ketin nav pêzê welatiyekî û di encam de 22 mihên wî kuştin, 15 mihên din jî birîndar kirin.

Li taxa Xalitpaşa ser bi parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê gur ketin nav axura welatiyê bi navê Şevki Kuşari.

Guriyan ji 80 serî pez 22 mih kuştin û 15 mih jî birîndar kirin.

Xwediyê pez da zanîn ku wî bi şev pezê xwe ji çêriyê aniye û xistiye axurê, lê dema ew bi şev çûye ku li pezê xwe binêre dîtiye ku gur ketine nav axurê û zerar gihandiye pezê wî.