KCD: Êrîşa li ser kampa Mexmûrê têkilî bi meşa HDPê heye

15-06-2020
RÛDAW
Nîşan KCD Tirkiye Kampa Mexmûr PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kongreya Civakî ya Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî  li hember êrîşa balafirên Tirkiyê bo ser Kampa Mexmûrê bertek nîşan da û ragihand, yek ji armanca êrişê provokekirina meşa demokrasiyê ya HDPê ye.

KCDê daxuyaniya xwe wiha destpê dike:“Roja ku meş hate destpêkirin diyar e ku kî alîgirê şer û mirinê ye û kî jî alîgirê aştî û jiyanê ye. Ji ber vê jî meşa HDPê heta ku bigihe armanca xwe divê bidome.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo nîşandana nerazîbûna xwe li hember standina mafê parlamenteriyê ji 2 parlamenterên wê partiyê, îro li Colêmêrgê û Edîrneyê dest bi meşên ber bi Enqerê ve kir.

Di daxuyaniyê de, êriş û bombebarana kampên penaberan weke tawan hatiye binavkirin û tê gotin: “Bombebarankirina warên sivîlan û kampên penaberên ên di bin statuya Neteweyên Yekbûyî de tawan e. Lê ji bo AKPê ne girîng e ku di demên pêş de dê di qada navneteweyî de bi çi were tawanbarkirin.”

Kongreya Civakî ya Demokratîk tekezî li ser pêkanîna “yekîtî û yekrêziya gelê Kurd” dike û destnîşan dike, “em ji bo bicihhatina daxwazên siyasî yên gelê Kurd, tu carî dev ji daxwaza xwe ya aştî û demokrasiyê bernedin.”

KCD herwuha bang li “hemû gelên dinyayê, rêxistinên demokratîk û qada navneteweyî” dike, ku li hemberî siyasetên desthilata Tirkiyê ku ew wek “faşîzma AKPê” bi nav dike, bêdeng nemînin.

Tirkiyê şeva bihorî operasyonek bi navê Penceya Baz bo ser pêgehên PKKê dest pê kir û li gor Wezareta Berevaniya Tirkiyê, balafirên şer ên wî welatî, Mexmûr, Qendîl, Şingal, Avaşîn, Zab û Basyan û Qereçûx bombebaran kirine.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê diyar kiriye, di operasyonê de 81 cih hatine hedefgirtin. Li gor zanyariyan, di encama bombebaranan de heta niah ti zirarên canî çênebûne û tenê li Çiyayê Şingalê, 3 şervanên YBŞê birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst