Hêzên HSDê 3 jinên DAIŞê di dema revê de girtin

15-06-2020
RÛDAW
Nîşan Rojava HSD DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên HSDê 3ê jinên DAIŞê ku dixwestin biçin navçeyên li jêr destê grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê girtin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, şeva bihorî, hêzên HSDê 3ê jinên DAIŞî girtine ku dixwestin xwe bigihînên herêma Girê Spî, ku di jêr kontrola çekdarên opozisyona Sûriyê û artêşa Tirkiyê de ye.

Li gor heman çavkaniyan, ew her sê jin li gundê el-Dibis ê ser bi bajarokê Eyn Îsa ve ji aliyê hêzên HSDê ve hatine girtine.

Medyaya ser bi Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ve jî ragihandiye, ew her sê jin dema ku hewl didan birevin û xwe bigihînin Girê Spî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin.

Medyaya ser bi Rêveberiya Xweser ve herwiha nasnameya wan jinan aşkere kiriye û destnîşan kiriye: “Meryem Mihemed El-Cafer (64)  3 kurên wê di nava DAIŞê de ne û niha di girtîgehên QSDê de ne, Rîm Îbrahîm El-Ebo (26) hevjîna çeteyekê DAIŞê ye ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de hate kuştin. Hîba Salih El-Elî (25) hevsera çeteyekî DAIŞê ye ku niha di girtîgehên QSDê de ye.”

Heman çavkaniyan diyar kirine, ku hêzên Asayişê operasyoneke lêgerîn û pişkinînê li nav kampa Holê li dijî şaneyên DAIŞê daye destpêkirin.

Di encamê de, hêzên Asayişê dest danîne ser hejmareke çek û teqemîniyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst