Ji 6 kesên malbateke Kobaniyê 4 kes astengdar in
Pirsûs (Rûdaw) - Malbata Ebdo Mislim Zîto, malbateke ji gundê Qecera Jorîn, ji herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ye, ew malbat ji Bav û Dayik û 5 zarokan pêk tê, bav û 2 lawên wî ji ronahiya çavan bêparin û astengdarin, û hevjîna wî jî, Xedîce di lingên xwe de astengdar e. Lawê Ebdo Zîto yê mezin, Mihemed Zîto dibêje, ji ber tunebûna ronahiya çavan, wî ti jiyan nedîtiye.
Ew malbat weke tevahiya xelkê Kobanî, ji ber êrîşa DAIŞê, ji sala 2014an ve koçberî Bakurê Kurdistanê bûye û berê li kampa AFAD a Pirsûsa Bakurê Kurdistanê jiyana xwe derbas dikir, lê piştî biryara valakirina wê kampê, ew malbat neçar bû, ku li bajarê Pirsûsê xaniyekî ji xwe re kirê bike.
Ji ber ku 4 kes di wê malbatê de astengdarin û nikarin kar bikin, ew jiyaneke zehmet derbas dikin, û dixwazin bi alîkariya rêxistinekê derkevin welatekî derve.
Mihemed Ebdo Zîto dibêje, ji ber tunebûna ronahiya çavan, wî ti jiyan nedîtiye.
Bozan jî lawê Ebdo Zîto yê dine, ku ew jî astengdare û nabîne, ew şirove dike, ka çawa telefonê ji bo girêdana peywendiyan, û şopandina torên medya civakî wekî Facebookê bikar tîne.
Xedîca jî hevjîna Ebdo Zîto ye, ew jî astengdare û nikare xizmeta zarokên xwe yên astengdar weke ku tê xwestin bike, lê bi alîkariya bûka malbatê, ew jiyana xwe ya rojane derbas dikin.
Umer û Serdar biçûkên bira ne di malbata astengdaran de, û ti pirsgirêkên wan yên tenduristî nînin, Umer alîkariya bav û birayên xwe yên ku nabînin dike, bi destên wan digre, wan dibe dixtoran û bazaran û vedigerîne mal.
Malbata Ebdo Zîto ji qezenca karê lawê xwe Ehmed debara jiyana xwe dike. Ehmed jî dibêje, ku ew bi tenê ji malbata xwe re kar dike û heqdestê wî têra derbaskirina jiyana rojane ya malbatê nake.
Ebdo Mislim Zîto, ji ber zehmetiya nîrên jiyana malbata xwe, hêvî dike ku rêxistinek alîkariya malbata wî bike û wan derxe welatekî derve, ji bo ku guhdaneke zêdetir û jiyaneke baştir bibînin.
Pêştir, malbata Ebdo Zîto di kampa AFAD a Pirsûsa Rihayê de jiyana xwe derbas dikir, lê piştî biryara valakirina wê kampê ji aliyê hikûmeta Turkiyê ve, ew malbat neçar bû, ku li bajarê Pirsûsê xaniyekî ji xwe re kirê bike û ew yek jî bûye barekî din, li ser milê wê malbata astengdar.