Helebce (Rûdaw) – Berevaniya Şaristanî ya Helebceya Şehîd ragihand ku tenê di nava du rojan de hezar donim rez û bax û darên sirûştî şewitîne.
Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Helebceyê Zanyar Umer ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di nava du rojên derbasbûyî de zêdetirî hezar donim rez û bax û darên sirûştî li derdora Helebceyê, bi taybetî li Biwên, Çinar, Mordîn û Xerpanî şewitîn û heta niha agirê Biwên nehatiye kontrolkirin.
Zanyar Umer eşkere kir ku piştî lêkolînê derketiye holê ku beşek ji wan şewatan bi qestî hatine kirin, li cihê şewatê cama hûrbîniyê hatiye dîtin ku ji bo derketina agir hatiye bicihkirin.
Umer amaje bi wê yekê kir ku li beşeke wan deveran kontrolkirina agir gelek zehmet e, ji ber ku mayin û teqemenî hene.
(Cama hûrbîniyê ku ji bo derketina şewatê bi qestî hatiye bicihkirin)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse