ÎDIR - Baxên Îremê bi siruşta xwe bala geştiyaran dikişîne.

Navenda Nûçeyan - "Baxên Îremê" yên li bintara Çiyayê Agiriyê bi tebîet û siruşta xwe bala geştiyaran dikişîne.

Çiyayê Agiriyê çiyayê herî bilind yê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye û Baxên Îremê li Çiyayê Agiriyê li herêma bi lavên ji çiyê derketine peyda bûye. 

Li Baxên Îremê dar, giha û kulîlkên cihêreng hene. Baxên Îremê li ser erdnîgariyeke volkanîk û beyar herêmê zindî û şên dike. 





Ew geliyê xelkê herêmê jê re dibêjin "Baxên Îremê" bi cihêrengiya xwe bala ziyaretvanan dikişîne. 

Li Baxên Îremê di serî de darên qeysî, sêv, xox û qeresî gelek darên fêkiyan û rezên tirî hene. Li Baxên Îremê ji xeynî bexçeyên fêkî û zerzevatan gelek heywanên dirinde jî hene. 

Geliyê jê re dibêjin "Baxên Îremê" yên li quntara Çiyayê Agiriyê bi tebîet û siruşta xwe bala geştiyarab dikişîne.

Rêveberê Dezgeha Daristanê ya Îdirê Taner Tazegun daxuyanî da û got: "Weke ku tê zanîn Îdir li Tirkiyê bajarê herî ziha ye. Salê 250 milîmêtre baran dibare. Bajarên din teqrîbî 650 milîmêtre ye. Ev jî tê wê wateyê ku Îdir ji bo bibe çol, cihekî musaît e û çolbûn herî zû li vî bajarî zêde dibe." 




Tazegun bajarê ku daristana wî tuneye tenê Îdir e û wiha dewam kir: "Îdir bajarekî ziha ye, ji ber vê jî daristan lê tuneye. Lê hêşinahiya ku li vê derê heye, geliyê ku wisa hêşinahî lê heye bi temamî tê avdan loma ew qas hêşîn bûye."

Baxên Îremê ji aliyê ekotûrîzmê va balê dikşîne

Tazegun destnîşan kir li quntarê Çiyayê Agiriyê qadên ku av naçe ser bi temamî çol e û wiha dewam kir:

"Li Tirkiyê herî zêde li Konya Karapinarê erozyona bayê herî zêde ye. Piştî wir cihê duyemîn pêşa Çiyayê Agiriyê ye ku erozyona bayê lê xurt e. Lê cihê ku av diçe ser jî hêşinahî lê heye. Ji bo ekoturîzmê cihekî ciyawaz e. Bi taybetî Îdir ji îqlima çolê filitî û bû cihekî keskahî, ev jî hizûrê dide mirovan. Ji ber vê jî ev der ji bo ekotûrîzmê cihekî pir girîng e. Divê danasîna vê derê were kirin." 





Tazegun wiha axivî: "Çiyayê Agiriyê ji hêla turîzma dîn ve jî ciyekî girîng e, ji ber vê yekê girîngiyê didinê. Xaka bi bereket a ji serê çiyê ber bi jê ve heta deştê tê li vir tê avdan û cî bi cî qadên hêşînahî çêdibin. Herwiha niştecihên herêmê jî bi bo parastina van qadên hêşinahî bi hişmendî tevdigerin." 


Ji welatiyan Coşkûn Oluzê li Baxên Îremê bi dildarî dixebite got ku bi taybetî dawiya heftê ji herêmên derdorê gelek turîstên têne vir. 

Oluz got ku li gelî dar û berên curbicur hene û wiha dewam kir: "Bav û kalên me vê herêmê wekî Baxên Îremê binav kirine. Digotin ev qad bi sedan salan e wiha hêşîn in û ji wê rojê vir ve kes zirarê nedê. Şêniyên herêmê wisa bawer dikin ku piştî tofana Nûh, keştiya Hezretî Nûh li vê derê sekiniye û ji ber vê yekê navê Baxên Îremê li vir kirine." (aa)