KNK û PDK li Hewlêrê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) – KNK ku bi serdanekê li Başûrê Kurdistanê ye, îro li Hewlêrê bi PDKê re civiya.

 

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ku rêxistineke kurdî ya li Ewropayê ye, ji bo pêkanîna çend civîn û hevdîtinên şêwirî bi aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê re serdana Başûrê Kurdistanê kiriye.

 

Di çarçoveya wan hevdîtinê xwe de, îro li Hewlêrê şandeke pilebilind a KNKê bi serokatiya hevserokê wê rêxsitinê Kemal Tahîrzade bi şandeke Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Berpirsê Pêwendiyên Iraqî û Kurdistanî yên PDKê, Elî Hisên re civiya.

 

Berpirsê Pêwendiyên Iraqî û Kurdistanî yên PDKê, Elî Hisên derbarê civîna îro ya bi KNKê re ji Rûdawê re ragihand: “Şandeke Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi serokatiya Tahîr Kemalîzade, serdana me kir û di civînekê de me ew têbêniyên ku li ser KNKê û çawaniya helwest û serderiyên wan hebûn, bi wan re gotûbêj kirin.”

 

Elî Hisên herwiha got: “Me ji wan re got, PDK ji her hemahengiyekê re amade ye, lê belê divê em hewl bidin, her pêngavek ku dê avêtin di berjewendiya vê qonaxa niha de be.”

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê, biryar e di demek nêzîk de civîna giştî ya şêwirkariyê di navbera nûnerên aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê de birêve biçe û di vê civînê de behsa paşeroja doza Kurd û rêbazên gihîştin bi diyarkirina mafê çarenivîsê dê were kirin.