Li Dihok û Zaxoyê zarok winda dibin û nayên dîtin!

15-06-2016
RÛDAW
Nîşan Dihok Zaxo Zarok Winda
A+ A-

Zaxo (Rûdaw) – Di heyama 2 hefteyan de 2 zarok ku temenê wan kêmtir ji 8 salan e, winda bûne û heya niha çarenivîsa wan nayê zanîn.

 

Roja 26ê Gulan a 2016ê zarokek kur bi navê Îbrahîm Daxwaz Îbrahîm li Zaxoyê winda bû û heya niha çarenivîsa wî nediyar e.

 

Li gorî zanyariyan, ew zarok 7 salî ye û li Taxa Rikava ya Nû li nêzîkî kampa Cemişko winda bûye.

 

Bapîrê Îbrahîm Daxwaz Êbrahîm behsa windabûna wî zarokî dike û dibêje: Êvarî bû, li mal derket, 2 kes e dîtine ku di rê de çûye. Heta li kamêraya çavdêriyê ya mala cîraneke me jî dîmenê dema çûna wî tê dîtin, lê belê kes nizane bo kuderê diçe.

 

Îbrahîm bi rêya Rûdawê daxwaz ji aliyên pêwendîdar dike ku bi hawara wan ve biçin û bo dîtina neviyê wî alîkariyê bidin wan.

 

Îbrahîm dibêje: “Her ji destpêka ve me hêzên ewlehiyê agahdar kirin. Ew her dibêjin xema we nebe, lê belê ew 2 hefte derbas bûn û hêj nehatiye dîtin.”

 

Herwiha piştî windabûna Îbrahîm, 2 roj berî niha keçek bi navê Mîna Mêhvan Mihemed ku tenê 1.5 salî ye, li taxa Serhildan a bajarê Dihokê winda bû.

 

Mêhvan Mihemed bavê Mîna ji Rûdawê re dibêje: “Ez daxwaza ji her kesî dikim, eger zanyarî derbarê keça min de hebin, min agahdar bikin. Ez nikarim bêyî keça xwe bijîm, ji wê rojê ve ku keça min winda bûye, min ne xwarin maye ne vexwarin û ne xew û ez nikarim ti karî jî bikim.”

 

Bavê Mîna ditirse ku kesekî bi otomobîlê li keça wî xistibe û ji tirsa tolhildanê yan wergirtina pere behsa wê yekê nekiribe.

 

Mêvan jî bi rêya Rûdawê daxwaz kir: “Eger her kesekî (ew) kuştibe, yan bi otomobîl li wê xistibe, bes bila bêje min cenazeyê wê li kuderê ye. Soz be ku ez efû bikim.

 

Rêvebirê Ragihandina Polîsê Kerkûkê Hêmin Silêman derbarê wan bûyeran de ji Rûdawê re axivî û windabûna zarokan bi rewşek asayî bi nav kir.”

 

Hêmin Silêman got: “Windabûn tiştek asayî ye. Gelek caran  zarok winda dibin û paşê tên dîtin. Em jî weke Polîsê Dihokê ji wê roja ku ew winda bûne û heta niha, me hemû şiyayên xwe bi kar anîne da ku em wan her du zarokan bibînin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst