Şanda kantona Cizîrê ev heftiyeke li Tirkiyê ye

15-06-2014
Behzad Mîran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Şandeke rêveberiya kantona Cizîrê ev heftiyekê çûye Tikriyê ji bo ku ligel Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê û çend aliyên din ên opozîsyona Sûriyê re bicive, lê heta niha ew ligel hevpeymaniyê ne civiyaye.

Ew şand, “Însiyatîfa Kurdî” a ku daxwaza lidarixstina kongreyeke niştimanî ji bo opozîsyona Sûriyê dike, ligel xwe biriye Tirkiyê da ku li ser aliyên opozîsyonê pêşniyar bike.

Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa ku yek ji endamên wê şandê ye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku “heta niha me gelek alî dîtine û danûstanên me erênî ne û emê nêzîk vegerin welat”. Lê wî navê aliyên ku bi wan re rûniştine aşkere nekir.

Derbarê vê yekê de, endamekî Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê ku xwest navê wî bê aşkerekirin,  ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand “Heta niha hevpeymanî bi şanda Kantonê re rûneniştiye, eger ew şand ligel hin endamên hevpeymaniyê rûniştin, ev yek nayê wateya ku bi hevpeymaniyê re rûniştine, ji ber kes nûnertiya hevpeymaniyê nakin”.

Li ser sedemên ku heta niha hevpeymanî bi şanda kantonê re rûneniştiye, wî endamî got “Du sedem hene, yekem hevpeymanî ji wan re gotiye ku biryara dawî li Rojava ne di destê we de ye û em dixwazin bi wan kesan re rûnin ên ku biryara dawî distînin, duyem, hevpeymanî derbarê Rojava çi biryarê nastîne bêyî ku li nûnerên ENKSê vegere”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst