Di teqîna Tirbespiyê de 14 kesan jiyana xwe ji dest daye
Tirbespiyê (Rûdaw)- Çavkaniyekê ji bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê aşkere kir ku di teqîna duh li bajarokê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dane, asayiş jî dibêje 11 kes in.
Duh êrvarî derdora saet 8.30, otombîleke bombekirî li ser cadeya giştî li rojhilatê Tirbespiyê teqiya û tevî ziyanên canî, hemû dikan û malên li derdorê cihê teqînê wêran bûn.
Çavkaniyekê ji Tirbespiyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di encama teqînê de 14 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane ku Kurd û Ereb in.
Çavkaniyê diyar kir ku di teqînê de bi dehan kes jî birîndar bûne û çend birîndar ji ber giraniya birînên wan, li nexweşxaneyên Qamişlo tên dermankirin.
Ji aliyê xwe ve fermandariya giştî ya asayişa ku bi ser PYDê ve tê naskirin, di daxuyaniyekê de ragihand ku di encama teqîna Tirbespiyê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Asayişê tevî şermezarkirina teqînê, got ku lêkolîn derbarê bûyerê de berdewam e.
Heta niha ti kes û aliyekî berpirsiyariya teqînê negirtiye stûyê xwe.