Tuncer Bakirhan bangî şaredaran kir: Li ser Kurdî pir bisekinin

15-05-2024
RÛDAW
Nîşan Cejna Zimanê Kurdî Tuncer Bakirhan Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, “Zimanê me hebûna me ye. Ji bo ku gelê me zimanê xwe hîn bibe em dê îmkanên xwe bi giştî seferber bikin.”

Li Amedê bi pêşengiya DEM Partiyê ji bo 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî meşek hate lidarxistin

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, Komela Wêjeya Kurdî, Kovara DESTAR û Enstîtuya Kurdî ya Amedê beşdarî meşê bûn.

Herwiha Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, parlamenterên DEM Partiyê, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun jî beşdarî meşê bûn.

Meş ji Parka Roboskiyê heta Park Ormanê berdewam kir.

“Kurdî siya yekîtiya Kurdan e”

Li vê derê daxuyaniyek dan çapemeniyê û tê de wiha hat gotin:

“Zimanê Kurdî hebûn, nasname, rûmet û nasnameya neteweyî ya Kurdan e, siya yekîtiya Kurdan e.

Azadiya zimanê Kurdî çavkaniya sereke ya rizgarî û azadiya gelê kurd e.

Gelê me wê têkoşîna xwe ya li dijî desthilatdaran di her qadên jiyanê de bi taybet perwerdeya bi zimanê dayikê xurt bike.

Ji bo vê jî em ê di xebatên xwe yên siyasî, çandî, hunerî û aborî de dest bi zimanê xwe bikin û yekitiya xwe ya netewî pêk bînin.”

“Ji bo Kurdî em dê derfetên xwe seferber bikin”

Piştî daxuyaniyê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî û wiha got:

“Hem siyaseta Kurdan, hem cand û hunera Kurdan, hem zimanê Kurdan di bin zor û zilmeke mezin de ne û 100 sal in berderwam dike.

Îro jî me dît ku em nikarin bi awayekî azad zimanê xwe pêriz bikin. Li vê derê ji me zêdetir polîs hene. Em tiştekî dibêjin anons dikin.

Zimanê me di bin zilm û zoreke wiha de ye. Ji bo vê karekî pir dikeve ser milê me.

Divê em li hemberî zilm û zora van xwedî li zimanê xwe derkevin. Ji bo vê em Celadet Alî Bedîrxan bibîr tînin.

Keda Celadet Alî Bedirxan û hevalên wî li ser zimanê Kurdî pir zêde ye.

Em dibêjin em mînetarê we ne. Meraq nekin heta em bi ser bikevin em dê alaya ziman, çand û hunerê berdewam bikin. Em dê têkoşîna xwe mezin bikin.

Ji bo wê divê em li her derê Kurdî, her demê Kurdî bi axivin, binivîsin, bifikirin.  

Li hizûra we ez dixwazim ji hevşaredarên xwe re vê bibêjim; Ji niha şûn ve divê şaredarên me li ser çand, huner û zimanê Kurdan pir pir bisekinin.

Zimanê me hebûna me ye. Înşelah ji niha û şûn ve em dê li kolan, sûk û her derê zimanê xwe hîn bibin, ji bo ku gelê me zimanê xwe hîn bibe em dê îmkanên xwe bi giştî seferber bikin.

Cejna Zimanê Kurdî li me hemûyn pîroz be.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst