Serok Barzanî: Kurd ji ti neteweyên din ne kêmtir in

15-05-2024
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Serbaz Berzencî London
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li Selahedînê pêşwaziya Endamê Encûmena London Lambethê Serbaz Berzencî kir.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Serok Mesûd Barzanî di hevdîtinê girîngiya rol û beşdariya dîasporaya Kurdî ya li derveyî welat, bi taybet rola dîasporaya Kurdî ya Brîtanyayê û piştgîrî û hevkarîkirina wan a ji bo veguhestina ezmûna pêşketina ji bo Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin.

Di hevdîtinê de behsa bihêztirkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê yên di warên kultûrî, zanistî, siyasî, bazirganî û teknelojiya jî hat kirin.

Serbaz Berzencî ji Serok Mesûd Barzanî re ragihand ku ew ji bo baştirkirin û pêşxistina pêwendiyên cûr bi cûr ên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê û nasandina doza rewa ya gelê Kurd û Kurdistanê li derveyî welat, hemû hewlên xwe dide.

Serok Barzanî jî spasiya Serbaz Berzencî kir ku ji bo wê xizmeta bi gelê xwe li derveyî welat dike.

“Divê girîngî bi pêvajoya nasandina komkûjiyan bê dayîn”

Barzanî ji bo bîranînên fermî û vekirina her du monumentên Helebce û Enfalê li navendên fermiyên Brîtanyayê jî destxweşî li Serbaz Berzencî kir.

Serok Barzanî Serbaz Berzencî wekî mînakek wesif kir ku eger Kurd derfetek pê bê dayîn dikare şiyanên xwe bide xûyakirin û hîç ji neteweyên din kêmtir nînin.

Di dawiyê daxuyaniyê jî de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku Serok Barzanî bal kişand li ser wê yekê ku pêwîst e girîngiyê bi pêvajoya wekî komkujî, nasandina tawanên dijî Kurdên Feylî, Barzaniyan, kîmyabarankirina Helebce û Enfalê jî bê dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst