Yekîtiya Ewropayê projeyek pesend kir: Çûna koçberan a Ewropayê zehmet dibe

15-05-2024
RÛDAW
Xwepêşandana li Almanyayê / Wêne: AFP
Xwepêşandana li Almanyayê / Wêne: AFP
Nîşan Yekîtiya Ewropayê Koçber Proje
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Ewropayê piştî 10 sal nîqaş û nakokiyan, projeyeke 10 bendî ya derbarê sîstema koçber û penaxwazan pesend kir.

Li gorî biryara nû, çûna koçberan a  welatên Yekîtiya Ewropayê sînordartir dibe.

Pisporê siyasî Lorne Cook derbarê mijarê got:

“Welatên Yekîtiya Ewropayê di yasaya koçberan de reformeke mezin kir û dawî li nîqaşa çendîn salan anî.

Krokiya reformê ew e ku nirxandin ji bo penaxwazan bê kirin ka dosyaya wî/ê tê pesendkirin an ew deportkirin.”

Navê projeyê “Hevsoziya Neçarî” ye

Navê projeyê “Hevsoziya Neçarî” ye û ew bendên hatine pesendkirin wiha ne:

  • Danîna xalên zêdetir ên pişkinîna bejahî û deryayî bo rêgirtin li çûna koçberan
  • Nirxandina destpêkê li ser sînor ji bo rê bi çûna koçberan bê dayîn an redkirin û deportkirin
  • Bilezkirina pêvajoya temaşekirina dosyeya wan penaxwazên ku destûr hatiye dayîn ku biçin welatên Yekîtiya Ewropayê
  • Pişkinîna tendirûstî û ewlehiyê ji bo penaxwazan
  • Dana sê bijardeyan ji bo her hikûmetekê, wergirtina 30 hezar koçberî

Eger ew bijarde bên redkirin, li şûna her penaxwazekî/ê ew welat 20 hezar euro dide Yekîtiya Ewropayê.

Lê eger ev jî nekir, divê xerciya beşek ji pêvajoya wergirtina penaxwazên welatên din bide.

Polonya koçberan wernagire

Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk jî got:

“Polonya di jêr vê pakêta nû de ti koçberan wernagire û ti pereyekî jî nade.

Polonyayê ji ber şerê Ukraynayê hembêza xwe ji bi sed hezaran koçberî re vekiriye, wan navê pakêtê kiriye `hevsoziya neçarî`, ew çi hevsoziyeke ku min neçarî karekî bike ne bi xwestek û îradeya min be.”

Proje sala 2026an tê bicihkirin

Bendên pesendkirî ku li dijî koçberan tên hesabkirin, sala 2026an tên bicihkirin.

Ew jî wek gaveke destpêkê ya partiyên nerm û liberal ên Ewropayê ye ji bo rûbirûbûna zêdebûna dengê partiyên rastgir ku dijayetîkirina koçberan wekî şahdemarê zêdebûna alîgirên wan tê dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst