Bakurê Kurdistanê bi coş û kelecan Cejna Zimanê Kurdî pêşwazî dike

15-05-2024
RÛDAW
Nîşan Cejna Zimanê Kurdî Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê “Cejna Zimanê Kurdî” pîroz kir û got, “Heta ku zimanê me azad nebe em nasekinin.”

Bakurê Kurdistanê îsal bi coş û kelecaneke mezin 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pêşwazî dike.

Siyasetmedarên DEM Partiyê îsal girîngeyeke zêdetir bi zimanê Kurdî didin.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna fraksiyona partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de bi Kurdî dest bi axaftina xwe kir û kedkarên zimanê Kurdî bi bîr anîn.

Li parlamentoyê Cejna Kurdî hat pîrozkirin

Bakirhan Cejna Zimanê Kurdî li hemû Kurdan pîroz kir û ragihand ku ew dê wekî DEM Partiyê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî çalakiyekê li dar bixin.

DEM Partiyê jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî vîdeoyek bi helkefta Cejna Zimanê Kurdî belav kir û cejn bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî pîroz kir.

DEM Partiyê got:

“Roşanê Ziwanê Kurdkî pîroz bo! Ma her ca û her demî de ziwanê xo rê wayîr vejîyenê. Ziwanê ma estbîyayîşê ma yo.

Cejna Zimanê Kurdî pîroz be! Heta ku zimanê me azad nebe em nasekinin, em li ser pêyan in, em li ber xwe didin.”

Duh li pêşiya Mizgefta Mezin a Amedê jî bi helkefta 15ê Gulanê bernameyeke dengbêjiyê ji Platfoma Zimanê Kurdî hat lidarxistin û welatiyan guh da kilamên dengbêjan.

Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê jî ji bo Zimanê Kurdî li meydanan bû û belavokên Kurdî belav kirin.

“Li her derê her dem bi Kurdî biaxivin”

Parlamenterê Şirnexê yê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez dîmenên wê çalakiyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kirin û got:

“Cejna Zimanê Kurdi Pîroz Be! Armanca me ew e ku her dem Kurdî, li her derê Kurdî biaxivin, binivîsin û bixwînin.

Bi vî awayî em dikarin polîtkayên dijminatiyê yên li ser zimanê me bidine sekinandin!”

Hunermendên Kurd Rojbîn Kizil û Fehîmayê jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî vîdeoyek derbarê 15ê Gulanê belav kir û wan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir.

Yekemîn kovara Kurdî ya bi tîpên latînî Hawarê 15ê Gulana 1932yan bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan dest bi weşanê kir.

Hawar di avakirina bîra neteweyî de bû stûneke qehîm û bingehîn.

Ji ber vê yekê salvegera Hawarê ji sala 2006an ve li bakurê welêt wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst