Sînan Ogan xeta xwe ya sor eşkere kir

15-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berbijêrê Hevpeymaniya Ata Sînan Ogan ku di hilbijartina serokomariyê de bi awayekî surprîz ji sedî 5,28 a rêjeya dengan wergirt, got: "Me beriya niha eşkere kiribû ku têkoşîna li dijî terorê û paşve şandina penaberan xetên me yên sor in."

Sînan Ogan ji Reutersê re derbarê encamên hilbijartinên Tirkiyê de axivî.

Berbijêran nikaribûn di hilbijartina serokkomariyê de dengên pêwîst werbigirin û biryar e di roja Yekşemê 28ê Gulanê de di gera duyem a hilbijartinê de Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu û Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan rikeberiyê bikin. Niha bûye cihê mereqê Sînan Ogan dê piştevaniya kîjan berbijêrî bike.

Li gor nûçeya Reutersê Sînan Ogan gotiye, ew di tûra duyem de “bi merca ku Kemal Kiliçdaroglu eger razî bibe ku tawîzan nede partiya alîgirê Kurdan dê piştevaniya wî bikim.”

Ogan dibêje: “Em dê di tûra duyemîn de li ser biryara xwe bi dengdêrên xwe bişêwirin. Lê me berê jî eşkere kiribû ku têkoşîna li dijî terorê û vegerandina penaberan xetên me yên sor in.”

Ogan dijîtiya xwe ya li hemberî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û HUDA PARê nîşan da û got: “Me got 'divê HDP û HUDA PAR di vê hilbijartinê de nebin kilîl. Me got 'Em dê bibin diyarkerê vê hilbijartinê'. Me hemû armancên ku dixwestin pêk anîn. Ji bo Tirkiye nekeve nava krîz û aloziyeke siyasî, ji niha û pê ve em dê hemû berpirsyariyê bigirin ser xwe. Em dê weke dewletên berpirsyar tevbigerin.”

Li ser pirsa hûn dê gera duyemîn de piştevaniya kîjan alî bikin Ogan wiha got: “Em dê şêwir bikin. Ez ligel hem pêkhateyên Hevpeymaniya Atayê û ligel rêhevalên xwe yên ku bi wan re tevdigeriyame bicivim. Ev şêwirîn dê berdewam bin û bi hêvî ne ku di zûtirîn dem de em bigihin encamekê. Ev dê ne biryara Sînan Ogan be, dê bibe biryara mejiyeke hevpar be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst